Şaxewan Ebdula bersiva Fayeq Zêdan dide: Kes nikare li Iraqê rêgirî li avakirina herêman bike
Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula ragehand: ‘’Her parêzgehek yan zêdetirî parêzgehekî rêyên madeya 119ê cîhbicîh bike dikare herêmekî ava bike û ragehîne, ti kes û aliyek nikare rêgir be, kes jî nabe xwe ji destûrê bilindtir bizane.
Şaxewan Ebdula îro 21.02.2024ê derbarê daxuyaniya Serokê Encûmena Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan de ji BasNewsê re ragehand, ti kesek li Iraqê nabe xwe jorî destûrê bizane. Derbarê madeya 119ê de destûrê rêyên avakirina herêmên nû li Iraqê diyar kiriye.
Şaxewan Ebdula got: ‘’Parêgehek an jî zêdetir ji parêzgehekî wan rêyên destûrê de hatine diyar kirin cîhbicîh bike, wê demê dikare herêmekî ragehîne û ti kes û aliyek jî nikare rêgiriyê lê bike.’’
Derbarê diyarkirina parêzgarekî ji bo Kerkûkê de jî Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragehand, serokwezîrê Iraq a Federal hewldan dane destpêkirin, ji bo ku civînekî bo pêkhateyên Kerkûkê rêkbixe bo diyarkirina parêzgarekî ji bo Kerkûkê.
Şaxewan Ebdula teqez kir, ku nêrîna wan roniye û divê parêzgarê Kerkûkê kurd be, ji ber dengên yekem ên kurdane.
Basnews
