Serokê herêmê li gel balyoza nû ya Kanadayê civiya
Daxwaz hate kirin asta nuneratiya Kanadayê li herêmê were bilindkirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza nû ya Kanadayê li Îraqê xatû Kathy Bonka kir û rixmî bixêr hatin kirina vê, hevdem Serokê herêmê piştîvaniya xwe bo balyoza nû ya Kanadayê diyar kir û tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Kanadayê kir û daxwaz kir asta nuneratiya Kanadayê li herêmê were bilindkirin.
Ji aliyê xwe ve xatû Kathy Bonka jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, Kanada girîngiyeke gelek zêde dide têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê û bo vê yekê jî hewl bo bilind kirina asta nuneratiya Kanadayê li herêma Kurdistanê de dide.
Girîngiya pergala federalî, hilbijartinên herêma Kurdistanê, rewşa Îraq û herêma Kurdistanê û deverê bi giştî mijarên din yên vê civînê bûn.
