• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji bo kujerê polîsê efser ê Silêmaniyê biryara darvekirinê hat dayîn

Gulan Media February 18, 2024 Nûçe
Ji bo kujerê polîsê efser ê Silêmaniyê biryara darvekirinê hat dayîn

Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tundûtujiya Dijî Jinan û Malbatê ya Silêmaniyê aşkera kir, piştî 11 rûniştinan îro biryara darvekirinê ji bo kujerê serekî yê Neqîb Mihemed Letîf hatiye dayîn.

Piştî 11 rûniştinên li dadgeha tewanan a Silêmaniyê, 3 tewanbarên serekî yê bûyera şehîdkirina Neqîb Mihemed Letîf û birîndarkirina çar polîsên din, cezayê darvekirinê ji bo kujerê serekî û cezayê mûebetê ango heta hetayî bo du tewanbarên din hate dayîn.

Piştî rûniştin û tevdîrên yasayî yên qonaxên dadweriyê li bûyerê, dadgehê biryar da tewanbarê serekî P.Ê.M li gor madeya 406 a yasaya ceza, cezayê darvekirinê jê re bê dayîn.

Herwaha ji bo tometbarên ku hevkariya tometbarê serekî yê bûyerê kirine, tometbarên bi navên Î.P.Ê û T.Ê.M jî cezayê girtîgehê yê heta hetayî ji wan re hat dayîn.

Şeva 04.02.2021ê dema tîma Rêveberiya Têkoşîna Dijî Tundûtujiya Dijî Jinan û Malbatê ya Silêmaniyê ya bi fermandariya Neqîb Mihemed Letîf xwest biryarekî dadwer a li gor madeya 7 cîhbicîh bikin, rastî êrîş û guleyên tewanbar hatin û Neqîb Mihemed Şehîd bû, çar hevkarên wî yên din jî birîndar bûn.  

Top