• Sunday, 15 February 2026
logo

MUNÎH - Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Ermenistanê re hevdîtinek kir

Gulan Media February 17, 2024 Nûçe
MUNÎH - Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Ermenistanê re hevdîtinek kir

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan re hevdîtinek kir.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de, bi Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand ku di hevdîtinê de ev mijar hatine nirxandin:

“Pêwendiyên Ermenistanê yên aborî û bazirganiyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa aloz a Rojhilata Navîn, şerê li Ukraynayê û encamên vî şerî.”

Nêçîrvan Barzanî û Nicol Paşinyan amaje pê kir ku ew ji bo bipêşvebirina pêwendiyan amade ne.

Her du alî li ser ziyareta plankirî ya Nêçîrvan Barzanî ya Ermenistanê û bernameya vê serdanê axivîn.

“Divê aramî were parastin”

Barzanî û Paşinyan rewşa herêma ya bi giştî nirxand û wan anî zimên ku “Divê aramî were parastin û pirsgirêk bi rêbazên aştiyane werin çareserkirin.”

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher û Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî re civiya.

 

Rudaw

Top