• Sunday, 15 February 2026
logo

Şarazayekî siyaseta navnetewî: Beşdariya Serokê Hikûmetê li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan gelek pêwîst û giring e

Gulan Media February 15, 2024 Nûçe
Şarazayekî siyaseta navnetewî: Beşdariya Serokê Hikûmetê li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan gelek pêwîst û giring e

Şarazayekî siyaseta navnetewî behsa serdana şandeya Kurdistanê ya di serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, bo konferansa Cîhanî ya Hikûmetan li dubayî dibêje, ew serdane ne tenê giringe, herwaha gelek pêwîste jî, bi taybet di vê dema hestyar de, ku Herêma Kurdistanê di bin gelek givaşan de ye û ragehand: ‘’Mesrûr Barzanî di gotara xwe de peyamekî gelek ronî û aşkera da hemû hikûmetên cîhanê.’’

Çavdêrê siyasî û şarazayê siyaseta navnetewî Dr. Saman Şalî ji BasNewsê re ragehand, dengê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê demê de bigehe derve, gelek giringiyekî hêza dîplomatîk a Herêma Kurdistanê ye. Herwaha bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan ve dikare mifa ji ezmûnên wan hikûmetan bê wergirtin ku bi heman ezmûnan re derbasbûne.’’

Şalî got: ‘’Ji bo rewşa naha peyvendiyên dîplomatîk bandorekî mezin ji bo Herêma Kurdistanê dikin. Li ser vê krîza navxwe ya Iraq û derve ve bo hatiye çêkirin, herwaha danaberhev a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku gelê Filîstîn û Herêma Kurdistanê kir û ew piştevaniya ji bo hemû gelên din, ku mafên wan hatine binpêkirin, peyamekî mezin ji bo konferansekî waha ya hemû hikûmet têde amadene û guh lê girtin giring bû.’’

Navborî diyar kir, ev civîn peyvendiyên siyasî û dîplomatîk zêdetir dibin pêş û hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê civînê de ne tenê giringe, gelek pêwîste jî û diyar kir: ‘’Tişta naha xuya dike, berovajî wan nêrînane ku digotin peyvendiyên Herêma Kurdistanê lewazin. Lê spas ji bo xwedê, tişta tê dîtin peyvendiyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê gelek başin û di asteke gelek bilind de ne. Divê giringiya zêdetir jî bê dayîn. Hêvîdarin nameyên Herêma Kurdistanê bi ronî bigehin cîh, ku Herêma Kurdistanê vê qonaxê de ji hemû aliyên siyasî, aborî û leşkerî de pêwîstiya wê bi hevkariyê heye. Bi taybet di vê rewşa ku naha heyî de û daxwaz tê kirin Amerîka û Hêzên Hevpeyman li Iraqê derkevin. Ji ber wê jî berî ku tiştek pêkbê, giringe bi rêyên dîplomatîk ve Herêma Kurdistanê parastî be û em dibînin kareke baş jî ji bo wê hatiye kirin.’’

 

Basnews

Top