Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm re civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm hevdîtinek pêk anî û li ser pêşxistina pêywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubeyê bi Cîgirê Serokê Îmarat, Serokwezîr û Mîrê Dubayê Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm re civiya.
Di civînê de ku Cihnişînê Dubayê Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid, Cîgirê Yekem ê Hukimê Dubaê Mektûm Bin Mihemed Bin Raşid û hejmarek ji berpirsên payebilind ên Îmarata Erebî amade bûn, guftûgo derbarê pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hattin kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Îmarata Erebî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve, Şêx Mihemed Bin Raşid kêfxweşiya xwe bi beşdariya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de nîşan da û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî di warên cuda de nîşan da.
Basnews
