• Sunday, 15 February 2026
logo

Rojnamevanekî Iraqî: Serokomarê Iraqê xaniyekî xwe bi kirê daye balyozxaneya Kuwêtê

Gulan Media February 14, 2024 Nûçe
Rojnamevanekî Iraqî: Serokomarê Iraqê xaniyekî xwe bi kirê daye balyozxaneya Kuwêtê

Hevpeyvîneke vîdeoyî wan rojane li medya civakî ya Iraqê belav bûye ku rojnamevanê navdar ê Iraqê Dr. Hemîd Ebdula di bernameyekî televîzyonî de radigehîne ku Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, demekî dirêje xaniyekî xwe li bajarê Bexdayê bi kirê daye balyozxaneya Kuwêtê û ew xanî yê rêveberên payebilindên rejîma Beis bûye û dest li ser hatiye danîn.

Ew rojnamevan bi ecêbmanê ve dipirse: ‘’Gelo dikare serokomarê welatekî xaniyê xwe di nav paytexta xwe de, kirê bide balyozxaneya welatekî din? Ya din jî ew xanî yê rêveberên rejîma berê ya Iraqê bûye, bi çi mafekî bû mulkê serokomar û kî ew mafe daye ku dest li ser wî xanî de bigrin?’’

Dr. Hemîd Ebdula dibêj: ‘’Ma maqûle Serokomarê Iraqê peymana kirê dayîna xanî li gel balyozxaneya Kuwêtê bike? Ma maqûle Serokomarê Iraqê mehane 50 hezar dolar di cîha kirêya xanî de ji Kuwêtê wergire?’’

Ew rojnamevan dipirse: ‘’Başe em bêjin sibe Kuwêt pirsgirêkên wê yên sînor li gel Iraqê çêbûn, Serokomarê Iraqê dê çi helwêstekî nîşan bide û dê çawa be?’’

Herwaha dibêje: ‘’Bi rastî ez wek hemwelatiyekî Iraqê şerm dikim, ew serokomarê welatê min be. Axir serokomar, şîe be, sunne be yan jî kurd be nûnertiya heybet a dewletê dike, çawa dibe xaniyê xwe ji balyozxaneya Kuwêt re bide kirê.’’

 

Basnews

Top