Pêşmerge û artêşa Iraqê, operasyoneke hevbeş encamdan
Wezareta Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, ku îro operasyoneke hevbeş di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê, li sînurê nehyeya Şwanî a sînurê parêzgeha Kerkûkê hatiye encamdan.
Wezaretê ragehand, îro 13.02.2024 ê lîwaya 11ê ya piyade a wezareta pêşmerge bi hevbeşî li gel lîwaya 31ê ya artêşa Iraqê li eniya 4ê a hêzên pêşmerge operasyonekî hevbeş, ji bo gundên Derman Awa, Lî beyan, Sebîr, Qerebag, Şêxeya çiyayê Çermûk û Şêx bizênî yên ser bi nahiyeya Şwan encam dane.
Herwaha balkişand ser wê ku operasyonê nêzîkê 8 demjimêran dewam kiriye û armanca li encamdana operasyonan ya bi vî awayî windakirina DAIŞê di wa nevçeyan gumana hebûna DAIŞiyan lê derxist.
Basnews
