Mesrûr Barzanî serdana hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dubey serdana hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.02.2024) li bajarê Dubey serdana hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî kir, ku di rûdana êrîşa moşekî ya Hewlêrê de birîndar bûbûn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve pirsyara saxlemiya wan kir û daxwaza silametiyeka bilez jê re kir.
Ev serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî, di perawêza serdana wî ya ji bo welatê Îmaratê bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ye, herwesa hevjîn û zarokên birîndar ên Şehîd Pêşrew Dizeyî jî ji bo wergirtina çareseriya pizişkî li wî welatî ne.
