• Sunday, 15 February 2026
logo

Bilind Îsmaîl: Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de behsa mafê çarenivîsa xwe kir û ev giring e

Gulan Media February 13, 2024 Nûçe
Bilind Îsmaîl: Mesrûr Barzanî li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de behsa mafê çarenivîsa xwe kir û ev giring e

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê ragehand, beşdarbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, dê rola wê hebe di pêşdeçûna zêdetir a Kurdistanê de, li gel hemû astengan jî ku wisa danûstan li gel Herêma Kurdistanê tê kirin ku xwedê girawî hatiye biçûk kirin û di bin givaş û fişaran de hildiweşe, lê berevajî wê eger bi çavê xelkê derve ve em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê binêrin, em dibînin ku Kurdistanê wek dewletekî dibînin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemû asteng û fişarên ji aliyê aborî, siyasî, ewlehî yên ji aliyê welatên herêmî û Iraqê ve li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene û li gel wê jî di demekî waha de beşdarbûna Kak Mesrûr a di vê lûtkeyê de her nîşaneya wê yekê ye ku wek dewletek beşdarî wê lûtkeyê dibe, ne ku herêmek. Ango du caran giringiya wê heye. Yekem beşdarbûna birêz Kak Mesrûr, ya duyem jî mêvandarîkirina wî ya di kongreya dewletan de, ango hesaba serok dewletekî ji bo wî tê kirin û bi ala Kurdistanê ve pêşwazî lê tê kirin.’’

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê got: ‘’Beşdarbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dê rola wê ya pêşdeçûna zêdetir a Kurdistanê de hebe, li gel hemû astengan jî ku wisa danûstan li gel Herêma Kurdistanê tê kirin ku xwedê girawî hatiye biçûk kirin û di bin givaş û fişaran de hildiweşe, lê berevajî wê eger bi çavê xelkê derve ve em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê binêrin, em dibînin ku Kurdistanê wek dewletekî dibînin. Bi rastî jî naha Herêma Kurdistanê dewletekî emrî waqiî de, ya li nav dewletekî şikestxwarî ku jê re dibêjin Iraqê de ye. Ji ber wê jî ji aliyê giringî ve ev beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek giringe, pêwîste çapemenî jî giringî bidin vê mijarê û çi ji aliyê siyasî ve be çi jî ji aliyê dîplomasiyê ve be.’’

Bilind Îsmaîl got: ‘’Behskirina mafê çarenivîsa kurd di gotara birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gelek giring bû, ji ber çend sedeman, ji wan jî behsakirina pirsgirêkên herêmî kirin, ew dewletên ku li navçeyê ne seqamgiriyê dixwazin û ewên ku pirsgirêkan dixwazin an jî pirsgirêkan çêdikin, pêwîste li yek bên cuda kirin. Ev yek pir ronî bû ku armanca wî kî bû, herwaha behskirina pirsgirêka Filîstînê ku welatên erebî xist pêş berpirsyartiyekî mezin, ku 80 sale ji ber berjewendiyên xwe naxwazin pirsgirêk çareser bibe, heman demê de pirsgirêka kurd jî wisan nîşan da ku eger xemxwarban ji bo çareseriya pirsgirêkan, ewqas karesat pêknedihatin.’’

 

Basnews

Top