• Sunday, 15 February 2026
logo

Çavkaniyek ji Polîsên Hewlêrê: Me kujerê her du birayên Kerkûkî girtiye

Gulan Media February 13, 2024 Nûçe
Çavkaniyek ji Polîsên Hewlêrê:  Me kujerê her du birayên Kerkûkî girtiye

Çavkaniyeke Polîsên Hewlêrê ji K24rê re ragehandiye, piştî ku doh bi şevê du bira li Kerkûkê hatin kuştin û kujerê wan revîbû, îro ji aliyê polîsên Hewlêrê ve hat girtin”.

Çavkaniyeke ji Polîsên Hewlêrê îro 12.02.2024 eşkere kir ku, kujerê her du birayên Kerkûkî li Hewlêrê girtine.

BasNewsê Şeva borî 11.02.2024 ragehandibû, li taxa Derwaze ya Kerkûkê, du bira yên bi navên Adil Cebar û Yehya Cebar ji aliyê hevalekî xwe ve hatine kuştin”.

Çavkaniyekî ji Polîsên Kerkûkê jî di derbarê wê bûyerê de ji K24ê re gotibû, “Ew bûyer ji ber arêşeyeke civakî bûye û kujerê wan ber bi cihekê nediyar ve reviye”.

Çavkaniya Polîsên Kerkûkê herwaha diyar kirbû, “Kujerê ku ew kuştin tawanên wî berê jî hene û pêştir doz li ser hatiye tomarkirin”. Herwaha aşkera kir, “Her du alî ji malbatên Qereç in”.

 


Basnews

Top