• Sunday, 15 February 2026
logo

Brîtanya pesnên reformên nava hêzên pêşmerge dide

Gulan Media February 12, 2024 Nûçe
Brîtanya pesnên reformên nava hêzên pêşmerge dide

Konsulusê vê welatî serdana wezareta pêşmerge kir.

Îro li Hewlêrê wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêşwaziya Konsulusê nû yê Brîtanyayê James Goldman û şandeke pê re kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewş û pêşhatên ewlekarî û leşkerî yên li deverê de, prosesa reformên nava hêzên pêşmerge û astengiyên berdem vê prosesê hatiye kirin û Konsulusê Brîtanyayê pesna reformên kirî di vê warî de kir.

Her di heman civînê de James Goldman ji wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl re gotiye ku, pêvajoya niha û rewşa deverê ji her demekê zêdetir cîhbicîh kirina reforman û yekxistina hêzên pêşmerge feriz dike.
 

Top