Parlamenterekî PDKê: Kurd û erebên sunne û beşek erebên şîe jî ne li gel vekêşîna Amerîkayê ne
Parlamenterê PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Xidir Mentik ragehand, ji bo vê qonaxê mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê pêwîste, ji ber hîn hizir û aqliyetek heye dixwazê welat wegerîne berî rewşa rizgariya Iraqê.
Parlamenterê Iraqê Xidir Mentik ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demeke bi germî behsa vekêşîna hêzên Amerîkayê tê kirin ji Iraqê. Ya giring tişta ku bê gotin, ev ne daxwaza hemû Iraqiyane, daxwaza beşeke kêm a Iraqiyane û li pişt wê daxwazê tiliyekî derve heye, bi taybet siyaseta Îranê ya li navçeyê û li Iraqê heye.’’
Herwaha got: ‘’Amerîka dema sala 2003yê de hat ji bo rizgarî û jinavbirina rejîma berê ya Iraqê hat ku Iraqekî federal û demokrat ava bike. Lê mixabin piştî 20 salan proseya azadiya Iraqê rewş bi awayekî ye ku destên derve dixwazin Iraqê berbi terazinan ve bibe û ew hikûmetên hatine ava kirin jî li Iraqê nekarîne xizmeta xelkê xwe bikin. Derveyî wê jî heta naha jî neketiye ser lingên xwe ku bikare biryarekî çarenivîsê bide.’’
Parlamenterê PDKê got, bi taybetî vekêşîna Amerîkayê, pêwîstî bi nêrîna hemû Iraqiyan heye, bi taybet naha ku hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingehê rêkeftineke siyasî ava bûye û di çarçoveya îdareya dewletê de hatiye ava kirin û her tiştekî peyvendiya wê bi qedera Iraqê re hebe, divê li îdareya dewletê ve biryar li ser bê dayîn.
Xidir Mentik got: ‘’Her biryarekî bê dayîn pêwîste rengdana nêrîna piraniya herî zêde ya Iraqiyan û bi nêrîna wan be. Ne bi nêrîna tenê grubekî, yan pêkhateyek biryarê li ser yên din ferz bike. Mijara vekêşîna Amerîkayê naha daxwaza hemû Iraqiyan nîne. Daxwaza beşeke kêm a Iraqiyane. Ev yek jî nabe li ser pêkhateya giring a wek kurd û erebên sunne bê sepandin û ferz kirin. Me dît di civîna pêr a Parlamentoya Iraqê de pêkhateyên kurd û erebên sunne beşdar nebûn û beşeke berçav ên erebên şîe jî beşdar nebûn. Ev yek jî vê rastiyê nîşan dide ku ev biryare pêwîstiya wê bi hûrgilî û rêkeftina siyasî û fikirandineke kûr heye.
Basnews
