• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Silêmaniyê 2 kesên ereb bi awayekî biguman hatin kuştin

Gulan Media February 11, 2024 Nûçe
Li Silêmaniyê 2 kesên ereb bi awayekî biguman hatin kuştin

Şeva borî 10.02.2024ê li bajarê Silêmaniyê 2 kesên ereb di rewşeke bi guman de hatin kuştin û berdevkê polîsê Silêmaniyê jî ragehand, vê derbarê de lêkolîn destpê kiriye.

Berdevkê polîsê Silêmaniyê Raîd Serkewt Ehmed ji BasNewsê re ragehand, şeva borî 2 kesên ereb li Silêmaniyê hatin kuştin. Herdu jî temenê wan zêdetirî 20 salî ne, yek ji wan xelkê Bexdayê ye, yê din jî xelkê Diyala ye.

Derbarê gotegotên di torên civakî de hatine belav kirin, ku xwedê girawî kujer berpirsekî ewlehiyê ye û li ser deyn û qer ew herdu kesane kuştine û vê derbarê de jî berdevkê polîsê Silêmaniyê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li ser bûyerê lêkolîn tê kirin û heta naha sedemê bûyerê nediyar e.’’

Herwaha aşkera kir termên herdu kesan jî li bijîşkê dadî yê Silêmaniyê ne û kesûkarên wan jî doz vekirine.

 

Basnews

Top