• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Êlihê keçeke 26 salî ev 3 roj in winda ye

Gulan Media February 11, 2024 Nûçe
Li Êlihê keçeke 26 salî ev 3 roj in winda ye

Li bajarê Êlihê Rojvelat Kizmaza 26 salî ji roja înê ve winya û heta niha jî çarenivîsa wê nayê zanîn.

Malbata wê ji gelê Êlihê alîkarî xwest.

Li gorî agahiyan, Rojvelat Kizmaz roja Înê saet 10:30an ji mala xwe ya li Taxa Petrolê derketiye careke din agahî jê nehatiye wergirtin.

Birayê wê yê mezin Mehmet Kizmaz ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku Rojvaletê ti pirsgirêkeke tenduristî yan malbatî nebû.

Mehmet Kizmaz diyar kir ku beriya niha xwişka wî da ku biçe Ewropayê ji bo vîzeyê serlêdan kiriye lê ew daxwaza wê hatiye redkirin û got:

“Xwişka min zanîngeh qedandiye û kesekî hişyar e. Pirsgirêkên wê tune bûn. Îro roja sêyem e û hîn jî winda ye, lewma em ji ewlehiya wê bi endîşe ne.”

“Bila gelê Êlihê çavên xwe vekin”

Mehmet Kizmaz herwiha diyar kir ku di roja ewil a windabûna Rojvelatê de ew çûne Rêveberiya Ewlehiyê lê heta niha jî ti bersivek ji wan re nehatiye dayîn û got:

“Ev sê roj in em bi derfetên xwe tax bi tax, kuçe bi kuçe digerin. Çeteyên ku bazirganiya mirovan dikin hene, her cure mirov hene, em nizanin.

Daxwaza me ji gelê Êlihê ev e, bila çavên xwe veke. Eger kesekî dît an jî bihîst bila ji kerema xwe re alîkariya me bike.

Tişta ku em îro hatiye serê em dibe ku sibe yan rojeke din bê serê hinek kesên din jî.”

 

Rudaw

Top