• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîr diçe Îmaratê

Gulan Media February 11, 2024 Nûçe
Serokwezîr diçe Îmaratê

Beşdarî di komcivîna cîhanî ya hikûmetan de dike.

Îro 11ê Sibatê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî Serokatiya şanda hikûmeta Kurdistanê yaku, ber bi Îmaratê ve birêketiye dike û beşdarî di komcivîna cîhanî ya hikûmetan ya li Dubayî dike ku, roja 12ê Sibatê destpê dike û heta 14ê Sibatê berdewam dibe.

Serokwezîr û şanda hikûmeta Kurdistanê li ser vexwandina taybetî ya Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokê civata wezîran û hakimê Mîrgeha Dubayî Şêx Mihemed Bin Raşid Almektûm beşdarî di komcivîna han de dike û biryare gotarek jî di vê komcivîna han de pêşkêş bike.

Her di çarçoveya heman komcivînê de Serokwezîr li gel çend Serokwezîr, rayedar û berpirsên din yên welatên cîhanê, welatên Erebî û hizirmendan jî dicive.

 

 

Top