Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê, şer li dijî Amerîkayê ragehand
Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê destpêkirina şer û êrîşên ser hêzên Amerîka û pêgehên wê destpê kir.
Li gor daxuyaniyekî ku nîvê şeva borî bi navê Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê hatî belavkirin, amaje bi wê yekê hatiye kirin ku li hember terorkirina fermandarê milîsên Hizbulaha Iraqê Ebu Baqir Saidî, Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê biryar daye destbi êrîşên ser Amerîkayê bike. Heman demê de daxwaz ji hemû grubên çekdar jî kiriye, xwe bidin tenişt wan û beşdariyekî çalak di derxistina hêzên Amerîkayê li Iraqê û navçeyê bikin.
Vê derbarê de rojnameya El Erebî El Cedîd ragehand, ew biryara Eniya Berxwedana Îslamî piştî wê yekê tê ku du fermandarên payebilind ên milîsan li Bexdayê li ser wê yekê rêkeftine ku divê bersiva terorkirina Ebu Baqir Saidî bê dayîn.
Heman rojname dibêje ew biryar di demekî de ye ku di heyama du rojên borî de, berdewam dronên Amerîkayê li esmanê Bexda ya paytexta Iraqê bi nizmî geriyane, bi wî awayî jî xelk tirsandine, bi taybet jî ew gera wan dronan amaje ye li ser berdewamiya proseya çavdêrî kirina fermandarên milîsa ji aliyê Amerîkayê ve.
Rojnameya El Erebî El Cedîd bi zimanê çavkaniyekî dibêje ku dronên Amerîkayê li esmanê Bexdayê amadene û egera wê yekê heye ku di her demekî de êrîşên nû li ser fermandarên milîsên nêzîkî Îranê encam bidin. Vê yekê jî wisa kiriye ku tevgera milîs û fermandarên wan bi awayekî diyar pir kêmbûye.
Lêkolînvanê siyasî yê Iraqê Muhened Cenabî vê derbarê de twiteke ku rojnameya erebî jî belavkirî de dibêje, biryara Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê amajeye ku Iraq ketiye şerekî nerêxistî. Wekî beyanameya Ketîbeyên Hizbulah bi ronî û bi temamî aliyên Iraqê re dibêje ku, yên ne li gel me ne, li gel dijmin in.’’
Basnews
