Tirkiyê kuştina yek ji berpirsên payebilind ê PKKê ragehand
Saziya Îstîxbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, endamê Konseya Rêveberiya Hêzên Parastina Gel (HPG) ango baskê leşkerî yê PKKê Yunus Demîr ê ku wek Şivan Gever tê naskirin li herêma Gare ya ser bi Herêma Kurdistanê di operasyonekî de jiyana xwe ji dest daye.
Ajansa Anadolu ku zimanê ferm yê hikûmeta Tirkiyê ye, nûçe sparte çavkaniyên ewlehiyê û ragehand, MÎTê Endamê Konserya HPGê Yunus Demîr ango Şivan Gever ê di lîsteya sor a kesên biryara girtina wan heyî û herwaha ji aliyê Interpolê ve jî lêgerîna wî heyî bi operasyonekî ji kar xistiye.
Hat ragehandin Yunus Demîr li herêma operasyona artêşa Tirkiyê ya Pence – Kîlîdê ew çekdarên ku êrîşî artêşa Tirkiyê bikin perwerde kirine û li hember artêşa Tirkiyê êrîşên ku hatine kirin berpirs bûye û herwaha ew êrîş ji aliyê Yunus Demîr ango Şivan Gever ve hatine birêve birin.
Ajansa Anadolu ragehand, endamê Konseya HPGê Yunus Demîr di dema amadekariyên ji bo çalakiyeke dijî artêşa Tirkiyê ya li herêma operasyona Pence – Kîlîd bi operasyoneke dij a MÎTê ve bi çekdarên din ên li gel hatine ji kar xistin.
Basnews
