• Sunday, 15 February 2026
logo

Naveroka civîna Serokê Hikûmetê û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê hat belav kirin

Gulan Media February 8, 2024 Nûçe
Naveroka civîna Serokê Hikûmetê û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê hat belav kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir û hin mijar hatin gotûbêj kirin.

Roja 07.02.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler û şandeya li gel kir. Di civînê de gotûbêj derbarê rewşa giştî ya Iraq û pêşxistina peyvendiyên dualî hate kirin û behsa giringiya berdewambûna hemahengî û hevkariya hevbeş ji bo asayîş û aramiya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê hate kirin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê serxweşî û hevxemiya xwe ji bo can ji destdanên qurbaniya êrîşa Hewlêrê ragehand û diyar kir ku ew êrîş ti bahaneyekî wê tine.

Serokê Hikûmetê jî daxwazên Herêma Kurdistanê yên ji bo pêşxistina peywendiyên dualî li ser bingehê cîrantiya baş û berjewendiya hevbeş teqez kir.

Herwaha Mesrûr Barzanî diyar kir: ‘’Herêma Kurdistanê wek hercar faktora asayîş û seqamgiriyê dibe û rê nade bibe hêvinê metirsî û gefxwarinê bo cîranan.’’

Behsa giringiya cîhbicîhkirina rêkeftina Şingalê û asayî kirina rewşa deverê û vegerandina koçberan bo cîhên xwe jî mijarên din ên vê hevdîtin û gotûbêjê bûn.

 

 

Top