Rojnameya El Ereb: Armanca serdana şandeyên Tirkiyê ji bo Bexdayê li dijî hebûna PKKê rêkeftine
Rojnameya El Ereb aşkera kir, armanca serdanên şandeyên li dû hev ên Tirkiyê bo Bexda ya paytexta Iraqê, ji bo pêkanîna rêkeftineke ewlehî ya wek rêkeftina di navbera Iraq û Îranê de ye, ku hebûna hêzên PKKê di nav sînorê Iraq û Herêma Kurdistanê de bi dawî bike.
Li gor raporta Rojnameya El Ereb serdana duh a Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler bo Bexdayê, ku îro jî li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ye, herwaha serdanên du hefte berî naha yê Serokê Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê Îbrahîm Kalin bo Bexdayê, di çarçoveya hewldanên Tirkiyê yên ji bo encamdana rêkeftin û peymaneke ewlehiyê li gel Iraqê ya wek rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Bexda û Tehranê de pêkhatibû li ser hebûna hêzên çekdar ên opozîsyona Îranê ye.
Ew rojname dibêje ku Tirkiye êdî razî nabe ku Iraq tenê rê bi artêşa Tirkiyê bide di nav sînorên Iraqê ve êrîşî PKKê bike, çavê xwe berdaye wê yekê ku Iraqê beşdariyekî çalak di hewldanên tinekirina PKKê de bike.’’
Vê derbarê de rojnameya El Ereb bi zimanê çavkaniyekî Iraqê ve ragehandiye ku Tirkiye ew merc ji bo Iraqê daniye ku eger dixwaze rêya pêşketina aborî li gel Tirkiyê veke, ku Iraq demekî dirêje bangeşeya avakirina rêyekî wisa dike, wê demê divê hevkariya Tirkiyê bike di dawî anîna hebûna PKKê ya di nav sînorên Iraqê de.
Herwaha hat aşkera kirin ku PKK ji vê mijarê ditirse ku Iraq dixwaze li gel Tirkiyê wê rêyê çêbike, ji ber dizane li hember razîkirina Tirkiyê ya ji bo vekirina wî deriyê aborî, Iraq dest ji piştevanîkirina PKKê berde.
Ew rojname dibêje Tirkiyê ne tenê vekirina wê rêyê xwedî karta givaş û fişarê ye dijî Iraqê, herwaha Tirkiye dosyaya avê jî bi awayekî pir tund wek karteke fişarê li dijî Iraqê bikartîne û berdewam ava Dîcle û Firatê kêm berdide, ku Iraq ji tênîbûnê daxwazên Tirkiyê cîhbicîh bike.
Bi salane û hîn di dema rejîma Beis a Iraqê heta naha Iraqê rêkeftina ewlehiyê li gel Tirkiyê çêkiriye û rê ji artêşa Tirkiyê daye ku bi armanca tekoşîna li dijî PKKê de mafê wê heye bi kîlometreyan bikeve nav axa Iraq a li sînorên Herêma Kurdistanê.
Basnews
