• Sunday, 15 February 2026
logo

PKK hewl dide xelkê gundeke Silêmaniyê li mal û cîhên wan derbixe

Gulan Media February 8, 2024 Nûçe
PKK hewl dide xelkê gundeke Silêmaniyê li mal û cîhên wan derbixe

PKK hewl dide bi rêya çêkirina metirsiyê li ser jiyana wan, xelkê gundeke sînorê Şarbajêr a li bakurê bajarê Silêmaniyê li ser erd û av û malên xwe bike der. Qaymeqamê qeza Mawetê jî dibêje ku metirsî ketiye ser jiyana xelkê .

Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji destpêka sala 2024ê heta naha 3 caran ev sînore hatiye bombebaran kirin, herî dawiyê jî xelkê sivîl pir nêzîkî cîhê bombebaranê bûn, herwaha xaniyê hemwelatiyekî sivîl li gundê Gelale hate teqandin. Di bombebaranekî din a balefirên şer de parçe keviran banê xaniyê kesekî din hilweşand. Bi rastî naha metirsiya cîdî li ser rûniştvanên gundê Gelale heye, bandor li ser çûna beşek ji rûniştvanan ava kiriye.

Qaymeqamê Mawetê got: ‘’Naha gundên Qamîş, Sefre û Gelale li sînorê Şarbajêr di bin metirsiya bombebaranê ne, ji ber tiştekî ne veşartiye ku PKK li sînorê gundê Gelale û çiyayê Asosê heye, lê ne di nav gunda de ne.’’

Herwaha got: ‘’Hebûna PKKê li deverê xwedî aliyên siyasî, ewlehî û îdarî ye. Em tenê dikarin ji aliyê îdarî ve destwerdanê bikin, aliyên din karê hin kesên din e. Em her dema bombebaran bê kirin bi nivîseke fermî parêzgar agahdar dikin. Me daxwaz jî kiriye, hewleke cîdî bê dayîn ji bo ew bombebaran li vî sînorê bên dûrxistin û xelkê me parastî be.’’

Qaymeqam Kameran Hesen got: ‘’Ji meha cotmeha sala 2017ê heta naha dem bi dem sînorê me tê bombebaran kirin, sala 2022yê de jî dema hejmarek hemwelatiyên vî sînorî ji bo komkirina berhemên payîzê çûn bo çiya, kesek ji wan hat şehîd kirin û du kesên din jî birîndar bûn.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê PKK bi qesdî çekdar û gerîlayên xwe li sînorê gundê Gelale nîşanî xelkê dide, herwaha bi qesdî û aşkera ji nav binkeyên xwe derdikevin, ku Tirkiye berdewam êrîş bike ser pêgehên PKKê yên nêzîk cîhên xelkê sivîl ên gund. Herwaha armanca wê ew e xelkê gund naçar bibin ji tirsa bombebaranan gundê xwe vala bikin û berê xwe bidin bajarê Silêmaniyê. Ji ber PKK dixwaze wî gundî di paşerojê de wek binkeyê xwe yê rahênan û perwerdeyê ango wek binkeyekî çekdarî bikarbîne.

 

Basnews

Top