• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê herêmê û Konsulusê Koreya Başûr civiyan

Gulan Media February 7, 2024 Nûçe
Serokê herêmê û Konsulusê Koreya Başûr civiyan

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Koreya Başûr kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Koreya Başûr yê li Hewlêrê Seungchol Lim û Serokê ajansa Koica ya Korî Co Hisok kir.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Koreya Başûr û pêşde birina têkiliyên han û çalakiyên ajansa Koica û zêdetir kirina çalakiyên han li herêma Kurdistanê de hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê rêzdariya herêmê li hember hevkariyên Koreya Başûr û projeyên xizmetgozarî yên ku, ji aliyê Koica li herêma Kurdistanê de hatine cîhbicîhkirin diyar kir û balkêşande ser rol û xebata tîma leşkerî ya Zeytûn ya Koreya Başûr ku, beriya 20 salan hatiye Kurdistanê û bûye pira têkiliyên navbera her du aliyan.

Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa Îraqê û rewşa deverê bi giştî mijarên din yên vê civîna han bûn.

Top