• Sunday, 15 February 2026
logo

Binkeyên milîsên ser bi Reyan Kildanî li Zummarê hatin daxistin

Gulan Media February 7, 2024 Nûçe
Binkeyên milîsên ser bi Reyan Kildanî li Zummarê hatin daxistin

Berpirsekî PDKê li nahyeya Zummar aşkera kir, ku binkeyên Heşdî Şeibî ya Babilyon a ser bi Reyan Kildanî li Zummar hatin daxistin.

Berpirsê lijneya navçeya PDKê yê li Zummarê Hesen Xelo ji BasNewsê re ragehand: ‘’3 binkeyên Heşdî Şeibî ya Babilyon li Zummarê hebûn û hersê binke jî hatin daxistin, ku ser bi Reyan Kildanî bûn.

Herwaha got: Heşdî Şeibî li Zummar xwe vekêşaye û ti binkeyekî Babilyon li Zummar nemaye.

 

Basnews

Top