• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiyê kuştina 11 çekdarên PKKê ragehand

Gulan Media February 6, 2024 Nûçe
Tirkiyê kuştina 11 çekdarên PKKê ragehand

 Roja 05.02.2024ê Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina 11 çekdarên PKKê ragehand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di beyanameyekî de ragehand, 11 çekdarên PKK û YPGê yên di amadekariya êrîşeke li dijî artêşa Tirkiyê de bûn hatine kuştin.

Li gor heman daxuyaniyê 11 çekdarên PKK / YPGê yên amadekariya êrîşê de bûn, li navçeyên operasyona Mertala Firat û Çiqê Zeytûnê bi operasyonekî hatine kuştin.

Lê derbarê cîhê wê operasyon û cureyê wê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

 

Basnews

Top