• Sunday, 15 February 2026
logo

PDK û YNK li ser Kerkûkê lihev kirin

Gulan Media February 5, 2024 Nûçe
PDK û YNK li ser Kerkûkê lihev kirin

Duh her du mekteb siyasiyên PDK û YNK li Silêmanî civiyan û yek ji mijarên civînê jî taybet bo bi ava kirina hikûmeta xwecîhî ya kerkûkê.

Piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin û têde hatiye nivîsandin ku, di civînê de giftûgo derbarê kêşeyên navbera herêmê û hikûmeta federalî bi giştî û bi taybetî jî bûce û mûçeya herêmê hatiye kirin û pişt re jî nîqaş derbarê encamên hilbijartinên herêmê û berejwendiyên nîştimanî hatiye kirin û di vê çarçoveyê de her du alî li ser wan xalan lihev kirine.

1-Bo parastina berejwendiyên welatiyên Kurd yên li Kerkûkê bi tevahiya pêkhateyan ve, Waliyekî Kurd bo Kerkûkê were diyarîkirin daku, xizmeta tevahiya xelkê vê parêzgehê bike.

2-Her du alî li ser vê yekê ku, erkê sereke yê PDK, YNK û tevahiya aliyên Kurdistanî parastina pêgeha qanûnî ya federalî ya herêmê ye, hem fikir bûn û lazime berevanî ji destkeftên şoreş û xebat û xwîna şehîdan were kirin.

3-Bo çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federalî her du alî di asteke bilind de li gel hikûmeta federalî bi hevgirtî hewl bidin.

 

Top