Medyayekî nêzîk baskeke YNKê: Hêzeke çekdar a Iraqî û ser bi Îranê nêzîk Silêmaniyê hatiye bicîhkirin
Medyayekî nêzîk li baskeke YNKê aşkera kir, hêzeke ser bi lîwayên Heşdî Şeibî ku nêzîke li Îranê, demeke li navçeya Zirgwêz a Silêmaniyê hatiye bicîhkirin.
Li gor nûçeyeke Bwar News ku li zimanê çavkaniyekî berpirsê ewlehiya Silêmaniyê ve belav kiriye, demeke hêzeke Iraqê ku nêzîke li Îran, li navçeya Zirgwêz a Silêmaniyê hatiye bicîhkirin û sedemê bicîhkirina wê hêzê jî bo çavdêrî kirina wan binkeyên Komele (Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê), ku demeke ew binkeyên xwe yên li wê derê vala kirine.
Herwaha behsa wê yekê jî kiriye ku ew hêz neçûne nav binkeyên berê yên Komele yên hatine vala kirin, nêzîkî wan binkeyanin û bi hûrî çavdêriya wan binkeyan dikin.
Di dema borî de di çarçoveya rêkeftina ewlehiya di navbera Iraq û Îranê de binkeyên hêzên Kuridistanî yên opozîsyona Îranê hatin vala kirin.
Hêjayî gotinê ye heta naha YNKê û saziyên ewlehiya devera Silêmaniyê ti daxuyaniyek derbarê vê nûçeyê de belav nekirine.
Basnews
