• Sunday, 15 February 2026
logo

Macron: Em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Gulan Media February 2, 2024 Nûçe
Macron: Em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, Fransa li ser alîkariya leşkerî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron duh 01.02.2024ê di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê de ragihand: “Min wê demê êrîş bi tundî şermezar kir û bang li Îranê kir ku wan êrîşan rawestîne.”

Macron derbarê hevdîtina li Davosê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ragihand, “Me hevdîtineke girîng pêk anîbû” herwaha teqez kir, Fransa piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dê her dem li Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya Hêzên Pêşmerge bimîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 17.01.2024an li Davosê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiyabû.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya civîna wan, girêdayî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bû ku li ser Herêma Kurdistanê gefeka rastîn e û binpêkirineka eşkere ya serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Her du alî jî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Ji aliyê xwe ve Emanuel Macron bi hevxemiya xwe ya kûr ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir û bi piştgiriya temam a welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

 

Basnews

Top