Amerîkayê ji Yemenê ve dest bi êrîşê kir
Artêşa Amerîkayê ragehand, hêzên ewan ji Yemenê ve êrîş dane destpêkirin û 10 dronên êrîşê û xaleke kontrolkirina bejayî ya Husiyên ser bi Îranê kirine armanc.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê di beyanameyekî de ragehand: ‘’Xaleke kontrolkirina zemînî ango bejayî, dronên Husiyan û 10 dronên êrîşê kirine armanc, ku metirsîbûn li ser keştiyên bazirganiyê û keştiyên deryayî yên Amerîkayê li navçeyê.’’
Berî naha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê xistina mûşekekî balîstîk a dijî keştiyan û dronekî Îranî ya li Kendava Adenê ragehand.
Artêşa Amerîkayê ragehand, duh keştiyekî şer a Amerîkayê mûşekekî balîstîk ku ji aliyê Husiyên ve ji navçeyên bin desthilata xwe ya li Yemenê ve avêtin, xistin xwarê û herwaha di heman rojê de 3 dronên Îranê jî xistin xwarê.
basnews
