Necwe Kakeyî: Me hewldanên dijî Ala pîroz a Kurdistanê dihatin dayîn linavbirin
Parlamentera PDkê ya Iraqê Necwe Kakeyî ragehand: ‘’Hewldanên dijatîkirina Ala pîroz a Kurdistanê me linavbirin û dubare li ser dibistanên xwandina kurdî hatine bilindkirin. Berî naha rêveberiya perwerdeya Kerkûkê biryar dabû ku tenê Ala Iraqê li ser dibistanê Kerkûkê bê bilind kirin me peyvendî li gel wezîrê perwerdeya Iraqê pêkanî û spas dikim ku rêz li daxwaza me û Ala pîroz a Kurdistanê girt û rezamendî nîşanda ku dubare Ala Kurdistanê li ser avahiyên dibistanên xwandina kurdî yên li Kerkûkê bê bilindkirin.’’
Herwaha got: ‘’Em erkê xwe dizanin ku rijdbin li ser mafên xwe yên netewî û Ala pîroz a Kurdistanê li ser hemûyan re ye ku berdewam bilind be û li bajarê Kerkûkê jî sembola kurdayetiyê be.’’
Basnews
