• Sunday, 15 February 2026
logo

Civata Wezîran danûstandinan li ser edilandina qanûna budceyê û hinardekirina petrolê dike

Gulan Media January 31, 2024 Nûçe
Civata Wezîran danûstandinan li ser edilandina qanûna budceyê û hinardekirina petrolê dike

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser civînên navbera Hewlêr û Bexdayê yên di derheqa mûçe û budce û hinardekirina petrolê de dike.

Îro (Çarşem, 31.1.2024) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê bicive û dê danûstandinan li ser çend pirs û mijarên giring bike, ji wan jî kurtiyek dê li ser serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Davosê û verêja wan danûstandinên li Davosê hatine kirin bê berçavkirin.

Herwesa di tewerekê dî yê civîna Civata Wezîran de, danûstandin dê li ser verêja civînên Hewlêr û Bexdayê yên di derheqa mûçe û budce û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê de bên kirin.

Her dîsa di pareka dî ya wê civînê de deng dê li ser reşnivîsa pirojeqanûna karkirina karkerên biyanî li Herêma Kurdistanê bê dan.

 

K24

Top