• Sunday, 15 February 2026
logo

Xelkekî zêde beşdarî serxweşiya wan ciwanên kurd ên ji aliyê Îranê ve hatine darvekirin dikin

Gulan Media January 30, 2024 Nûçe
Xelkekî zêde beşdarî serxweşiya wan ciwanên kurd ên ji aliyê Îranê ve hatine darvekirin dikin

Li Rojhilatê Kurdistanê xelkekî zêde beşdariyê li serxweşî û şîna wan ciwanan dikin ku Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bûn û ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Wek di vîdeoyan de jî diyar dibe îro 30.01.2024ê li bajarê Dêwlan û Bokan ên Rojhilatê Kurdistanê, herçend termê wan ciwanan ji aliyê Îranê ve radestî malbatên wan nehatibe kirin jî, xelkekî zêde beşdarî serxweşiya Mihemed Feramerzî û Wefa Azerbar dikin û malbatên wan ciwanan bi tenê nehiştine, ku ew jî ji çar girtiyên siyasîbûn duh ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin.

Şeva borî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw belav kir, Îranê termê wan çar girtiyên siyasî nedaye malbatên wan û ragehand, li cîheke nediyar veşartine.

Duh 29.01.2024ê demjimêr 05:00ê serê sibehê çar girtiyên siyasî yên kurd ku Pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bûn û hatin darvekirin û navên wan jî waha ye: Muhsîn Mezlûm ê 27 salî yê xelkê Mehabadê. Wefa Azerbar ê 26 salî yê xelkê Bokanê. Mihemed Feramerzî yê 28 salî yê xelkê Dêwlanê. Pîjman Fatîhî yê 29 salî yê xelkê Kamêranê. Duh ew çar girtiyên kurd li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerec a Îranê hatin darvekirin.  

 

Basnews

Top