• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê daxwazekî pêşkeşî Dadgeha Federal a Iraqê dikin

Gulan Media January 30, 2024 Nûçe
Pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê daxwazekî pêşkeşî Dadgeha Federal a Iraqê dikin

Îro 30.01.2024ê careke din pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê daxwaz ji Dadgeha Federal a Iraqê kirin, li gor destûrê biryarê li ser kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê bide.

Biryare heftiya bê careke din Dadgeha Federal a Iraqê derbarê pirsa kursiyên kota yên helbijartina Herêma Kurdistanê û nûnerên wan li Parlamentoya Kurdistanê bicive. Li gor gilî û doza hatiye vekirin, girêdayî rêjeya kursiyên kota û sînorê erdnîgarî de dengdan li Herêma Kurdistanê dê li ser biryar bê dayîn.

Wezîrê Pêkhateyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Maruf di civîneke çapemeniyê de ragehand, îro careke din pêkhateyên Herêma Kurdistanê civiyane û dixwazin Dadgeha Federal biryara destûrî bide û eger her biryarekî derveyî rêzgirtina li mafên pêkhateyan derbikeve, ew dê bandorê li ser aştî û pêkvejiyana Herêma Kurdistanê bike. Ji ber li Herêma Kurdistanê li gor yasaya sala 2008ê ku derketiye, taybet ji bo helbijartinên kursiyên kotayan hatiye diyar kirin.

Herwaha got, ew wek pêkhate bi giştî nabin enî li ti milmilaneyekî siyasî de, ji ber aliyên siyasî bixwe divê pirsgirêkên navbera xwe de çareser bikin û pêkhate jî li gor yasaya hatiye diyar kirin û yasayên karpêtêkirin li Herêma Kurdistanê de nûnerên wan li Parlamentoya Kurdistanê divê hebe.

 

Basnews

Top