• Sunday, 15 February 2026
logo

Hizbulah: Me hajeke Îranî bikar aniye

Gulan Media January 29, 2024 Nûçe
Hizbulah: Me hajeke Îranî bikar aniye

Dibêje bi vê hajekê êrîşî ser Îsraîlê kiriye.

Îro duşem koma çekdar ya ser bi Îranê ya li Libnanê Hizbulah bi awayeke fermî ragihand ku, bo cara ewil li dijî artêşa Îsraîlê hajekên ( mûşekên) Îranî bikar aniye.

Li gor daxuyaniya hizbulahê ji destpêka şerê navbera hemas û Îsraîlê ve heta niha bo cara ewil hizbulah hajekeke Îranî bi navê Feleq 1 li dijî artêşa Îsraîlê bikar aniye.

Heta niha Îsraîl di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye lê êrîşên Îsraîlê jî bo ser çekdarên hizbulahê li Libnanê didomin.

Top