Urdin, ji zêdebûna hegemona Îranê ya li navçeyê nîgerane
Grubên hevpeymanên Îranê keştiya ‘’Luis B’’ ya hêzên Amerîkayê bi mûşekekî kirin armanca êrîşê, li hember vê yekê Urdin jî ji zêdebûna hegemona Îranê ya li navçeyê nîgerane.
Îro 29.01.2024ê berdevkê leşkeri yê Tevgera Husiyên Yemenê di beyanameyekî de ragehand: Gruba hevpeymaniya Îranê mûşekek avêtiye keştiya Luis B ya hêza deryayî ya Amerîkayê.
Ji aliyê din ve çavkaniyekî Urdinê ji ajansa Reutersê re ragehand: ‘’Urdin nîgerane ji zêdebûna hegemona Îranê û hevpeymanên wê yên li navçeyê, ku milmilaneya li gel Amerîkayê berfirehtir bibe li Rojhilata Navîn.’’
Heman çavkanî dibêje: ‘’Urdinê Washington agahdar kiriye ji bo bihêzkirina berevaniya Amerîkayê dijî milîsên Îranê yên li navçeyê û daxwaza sîstema berevaniya esmanî ya Patriot ji Washingtonê kiriye û wek beşek ji nîgeraniyên ji şer û aloziyan, ku Îran û grubên nêzîkî Îranê li navçeyê serpereştiya wê dikin.’’
Çekdarên nêzîkî Îranê li Iraq û Sûriyê piştî derketina şerê Îsraîl û Hemasê êrîşên xwe li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li navçeyê zêde kirine.
Fermandariya navendî ya Amerîkayê berî naha ragehand: ‘’Ji ber êrîşeke dronî ku binkeyê Amerîkayê li bakurê rojhilatê Urdinê kir armanc, 3 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û 25 leşkerên din jî birîndar bûne.’’
Basnews
