• Sunday, 15 February 2026
logo

3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin

Gulan Media January 29, 2024 Nûçe
3 leşkerên Amerîkî hatin kuştin

Li Urdinê êrîşî ser hêzên Amerîkî hatiye kirin.

Duhê bişev bi droneke bombekirî li ser sêguşeya navbera Îraq, Urdin û Sûriyeyê de êrîşî ser hêzên Amerîkayê hate kirin.

Di encama êrîşa han de 3 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 34 leşkerên din jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de jî Serokê Amerîkayê Jeo Biden eşkere kiriye ku, berpirsê rastîn yê vê êrîşa han Îrane û vê Amerîka bersifeke gelek dijwar bide vê êrîşa han.

Ji aliyê xwe ve çend endamên Kongrêsa Amerîkayê jî bi fermî daxwaz ji Jeo Biden kirine ku, raste rast êrîşî ser Îranê bike.

 

 

Top