Hakim Hemdî Gilî: Îran ji bo veşartina tewanê mûşekbarana Hewlêrê PKKê bikartîne
Hakimê berê yê leşkerî yê YNKê radigehîne: ‘’Îran ji bo encamên êrîşa ser Hewlêrê, hem tewanekî mezin kiriye û li ser wê maye, hem jî ji ber navxweyî Îranê şikest aniye, ji bo wê jî bo veşartina wê şikestê PKKê bikartîne.’’
Hakimê leşkerî yê berê yê YNKê Hakim Hemdî Gilî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Êrîşa ser Hewlêrê ji aliyê Îranê ve bi bahaneya xwedê girawî ji xelkê xwe re bibêje ez dijî Îsraîlê me li navçeyê pêkhat! Lê her roj Îsraîl li wan dide û Îran newêre bersivê jî bide.’’
Herwaha got: ‘’Naha Îran di rewşeke vala derketî de ye. Yekem li pêş gelên xwe û li hember welatên îslamî, ji ber dijatiya ji bo Îsraîlê aşkera bû ku tenê dirûşme û li ser kaxezê ye ne bi kiryare. Îsraîl her li cîhê xwe ye ne li Hewlêrê ye. Duyem jî: Îran waye erebên şîe jî ji dest dide, ji ber erebên şîe merciya fars nasnakin û merciya wan bixwe heye. Ev xale jî wê yekê digehîne ku Îran di stratejiya xwe ya li navçeyê de şikest aniye, ji bo wê jî dixwaze bi êrîşa ser Hewlêrê wê şikestê veşêre.’’
Hakim Hemdî Gilî got: ‘’Vê dawiyê xelkê Kurdistanê li dijî êrîşê rabûn û xwepêşandan û nerazîbûn li dijî Îranê nîşan dan, Îranê pêşbîniya wê nedikir ku xelkê Kurdistanê ewqas tund bertekê nîşan bide. Îran bi belav kirina derew û nûçe û wêneyên dest çêkirî û photoshop û sexte ve ew kare zêdetir li xwe têkda û hevpeymanên wê yên li Başûrê Kurdistanê jî vala derketin.’’
Hakim Hemdî got: ‘’Li gor wê qerebalixa van çend rojan a PKKê û reftarên wan jî diyare ku Îran ji bo veşartina şikesta xwe û kêmkirina foksa li ser xwe li Herêma Kurdistanê PKKê li dijî Pêşmerge bikartîne. Nexasma hemû dizanin PKK grubeke ser bi Îranê ye. Wan rojane li dijî Pêşmerge di ragehandinê de dest bi tevgerê kirine, ku rewabûnê bidin şer û dibêjin li hember Pêşmergeyên PDKê rawestane, ji bo ku dema ji bo şer jî bên bikaranîn neyê gotin ku li dijî Pêşmerge ne, şer li dijî PDKê dikin. Ev lîstoka ji PKKê jî derbas dike. Îran hewl dide bi rêya dûvik û guhên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ve aloziyê û senaryoyên nû çêbike.’’
Herwaha got: ‘’Îran tenê bi mûşek û dron li Hewlêrê nade, herwaha birîna mûçe û budceyê xelkê Kurdistanê jî ji aliyê Îranê ve tê kirin, gelek senaryo di dest wan de ye ji bo têkdana rewşê.’’
Basnews
