• Sunday, 15 February 2026
logo

Binkeyên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê rastî êrîşa dronan hatin

Gulan Media January 27, 2024 Nûçe
Binkeyên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê rastî êrîşa dronan hatin

Grubên çekdaran bi dronan êrîşî binkeyên Amerîka li Iraq û Sûriyê kirin û li gorî Pentagonê, hejmarek leşkerên Amerîkî birîndar bûne.

Ajansa “Reuters” bi zimanê berpirsên payebilind ên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Di 24 demjimêrên borî de, grubên milîsan ên Îraqî yên Îran piştevaniya wan dike, bi dronan êrişî binkeyên Eyn Esed li rojavayê parêzgeha Enbarê, kêlgeha Konîko û gundê EL-Xedra li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê kirin.

Li gorî berpirsên Pentagonê, di êrîşan de hejmarek ji karmendên Amerîkî di wan êrîşan de bi sivikî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, gruba bi navê “Berxwedana Îslamî li Iraqê” ragihand, wan duhî Înê binkeya Eyn El-Esed li Enbarê û îro şemiyê danê binkeyên Amerîkayê li kêlgeha Konîko û gundê EL-Xedra li parêzgeha Dêrazorê bi dornan kirine armanc.

Di dema borî de û piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne. Di bersivê de jî, Amerîka jî çend caran binkeyên grubên çekdaran li Iraqê kirine.

Berpirsên Pentagonê pêştir ragihandibûn, di navbera Comeha 2023 û 20ê Çileya 2024an de, nêzîkî 70 leşker di êrîşên dron û mûşekan de birîndar bûne. Lê piraniya wan piştî wergirtina dermankirinê vegeriyane ser karên xwe, ji bilî hejmareke kêm jî hîn di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

 

Basnews

Top