Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî: Îranê wêneyê serokê dezgaya me yê wefatkirî wek nûnerê Mossadê nasandiye
Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî ronkirinek belav kiriye û amaje daye ku, Serokê Koçkirî yê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz rolekê giring û bibandor di karên mirovî de li Herêma Kurdistanê hebû û endamê desteya damezrîner û serokê yekê yê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî bû.
Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî duh 25.01.2024 di daxuyaniyekî de ragehand, “Di dema borî de helmeteka têkdanê di derheqa Herêma Kurdistanê û sextekirina wêne û nûçe û vîdyoyan de hatiye destpêkirin û navber navber bi vîdyoyên sextekirî yên torên civakî bizav ji bo têkdana raya giştî ya Kurdistanê tê kirin”.
Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî ragehand, “Di bizava xwe ya dawiyê de jî, bikaranîna wêneyên Xudêjêrazî Serokê Koçkirî yê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz Şêx Rezayî ye, ku bi rengekê zêde bêbingeh wekî kesekê biyanî û nûnerê Mossadê û Israîlê daye nasandin”.
Daxuyaniya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî waha ye:
Di dema borî de helmeteka têkdanê di derheqa Herêma Kurdistanê û sextekirina wêne û nûçe û vîdyoyan de hatiye destpêkirin û navber navber bi vîdyoyên sextekirî yên torên civakî bizav ji bo têkdana raya giştî ya Kurdistanê tê kirin.
Di bizava xwe ya dawiyê de jî, bikaranîna wêneyên Xudêjêrazî Serokê Koçkirî yê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz Şêx Rezayî ye, ku bi rengekê zêde bêbingeh wekî kesekê biyanî û nûnerê Mossadê û Israîlê daye nasandin.
Zêdebarî xirşiya wê bizavê û redkirina wê ji aliyê cemawerê Kurdistanê ve, em pêdivî dibînin ku ronkirinekê ji bo raya giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê belav bikin ku, Şêx Ezîz têkoşerekê diyar ê bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd bû û li welatên Erebî û Ewrupayî jî nûneratiya şoreşa mezin a Îlonê û Mela Mistefayê Barzanî kiriye.
Serokê Koçkirî yê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî Şêx Ezîz rolekê giring û bibandor di karên mirovî de li Herêma Kurdistanê hebû û endamê desteya damezrîner û serokê yekê yê Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî bû, di navbera salên 2005 û 2017 de. Zêdebarî wê yekê ku serokê dezgehê bû, herdem wekî karmendekê sade kar kiriye û tevlîbûna meydanî di karên xêrxwazî û mirovî de hebû.
Li dawiyê em careka dî tekezê dikin, Şêx Ezîz wekî semboleka diyar a Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî û xêrxwaziyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê navdar e û çi bizavên neyar û nehezan wêneyê wî yê xweşik kirêt nakin û ji mezinahiya wî kesatiyê rêzdar kêm nakin, ew bizav jî wekî yên hercar dê bêencam bimînin.
Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî
25.01.2024
Basnews
