• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Mereşê erd hejiya

Gulan Media January 26, 2024 Nûçe
Li Mereşê erd     hejiya

 Li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Erdhejê demjimêr 04:47an rû da û mezihaniya wê 3,8 pile bû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,41 kîlometre bûye.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

 

Rudaw

Top