• Sunday, 15 February 2026
logo

Mêrga Bûtanê: Kêlika geştyaran a hemû demsalan

Gulan Media January 26, 2024 Corane
Mêrga Bûtanê: Kêlika geştyaran a hemû demsalan

Li Colemêrgê Navenda Kaşûnê ya Mêrga Bûtanê bûye navendeke giring a geştyariyê.

Paytexta Çiyayan, Colemêrga Bakurê Kurdistanê bi zivistana xwe ya dijwar tê naskirin.

Bultena Bakur ya Rûdawê bi pêşkêşkirina Hêvîdar Zana li navenda kaşûnê ya Mêrga Bûtanê bû.

Ji seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û heta welatên Ewropayê geştiyar diçin serdana navendê da ku kaşûnê bikin.

Endamê Komeleya Werzîşê ya CISADê Esat Kiliç ji Rûdawê re behsa devera Mêrga Bûtan kir û got:

“Li vir befir metreyek bilind bûye lê li nava bajêr ne wisa ye. Em aciz dibin. Ji ber ku mezinên me digotin cihê me bi berfê ava ye.

Jiyana gelê me çiya ne. Em bi hevalên xwe re hatine gerê. Hefteya borî jî em hatin û em heta Geverê meşiyan. Niha hevalên me kaşûnê dikin.”

Mêrga Bûtan ji ber bilind e demeke dirêj berf lê dimîne û heta demsala havînê jî berf tê dîtin lê ji bo geştyariya havînê jî guncav e.

Bi taybetî geştyarên ji Herêma Kurdistanê jî tên serdana vê derê lê kompanyayên geştyariyê daxwaz dikin ku her du welat çûnûhatinê asantir bikin.

“Divê pirsgirêka vîzeyê were çareserkirin”

Berpirsê Kompanya Geştiyariyê Yavuz Tosun got, “Havînan zêdetir gel tên. Gel tên Zoma Berçela, Devera Bihişt û Dojehê, Cîlo û gelek gol hene.

Ji Başûr, Îran û bajarên Tirkiyeyê jî tên Colemêrgê. Daxwaza van deveran dikin.

Lewra vîzeya wan 2 meh 3 mehan dernakeve. Ew girêdayî Tirkiyeyê ye. Eger ev pirsgirêk were çareserkirin dê baş be.”

Ligel geştiyarên ji derve tên, ji ber navenda kaşûnê tenê 13 kîlometre nêzîkî bajêr e xelkê Colemêrgê jî bo kaşûnê vê derê hildibijêrin.

Welatiya ji Colemêrgê ya ku bi malbata xwe re ji bo kaşûnê hatiye got:

“Vir gelekî xweş e. Ez, xwişk, biraza û xwarziyên xwe bi hev re hatine. Dema mirov tê vir bêhna mirov derdikeve.

Ez dixebitim ji ber wê dawiya heftiyê têm vir. Biraza û xwarziyên min ji Wanê hatine, min ji bo wan destûr xwestiye.”

Zozanên Mêrga Bûtanê ji asta deryayê 2 hezar û 800 metre bilind e û qada kaşûnê nêzîkî 11 kîlometreyan dirêj e.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê berfa herî zêde bi 168 santîmetreyî li vê navendê hatiye tomarkirin.

 

Rudaw

Top