• Sunday, 15 February 2026
logo

Davutoglu bi Kurdî bersiva Bahçelî da

Gulan Media January 25, 2024 Nûçe
Davutoglu bi Kurdî bersiva Bahçelî da

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bi bîr xist ku Bahçelî bi Kurdî jê re gotiye “Serok Ahmet” û got, “Ji bo min hemû zimanên li ser vê axê ezîz in. Ji bo vê gotinê ez dê bêjim ser seran û ser çavan.”

Partiya Saadet û Partiya Pêşerojê civîneke hevpar li dar xist.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu behsa xebatên hilbijartinên herêmî, Qeymeqamê Pasûrê yê ku tundî li meleyek kiribû, nîqaşên li ser  Bankaya Navendî kir.

“Qeymeqam MHPyî û mele jî ji AK Partiyê ye”

Davutoglu bal kişand li ser qeymeqam û meleyê navçeya Pasûrê ya Amedê û got:

“Qeymeqam MHPyî û mele jî ji AK Partiyê ye. Di navbera MHP û AK Partiyê de şerê hêzê heye.

Ez bi zelalî dibêjim, wekî zilamê dewletê û wekî misilmanek, nabe ku nasnameya siyasî ya meleyekî hebe.

Mele ti yek nasname heye, ew jî Îslam e. Ez wekî zilamek ê dewletê dibêjim, tenê nasnameyek a qeymeqam heye, ew jî dewlet, dewlet, dewlet e.

Eger em bi nasnameyên siyasî mele û qeymeqaman bînin beramberî hev, dê krîzeke civakî rû bide.

“Çima ji Enqereyê xutbe diçe”

Hûn ji meleyên xwe bawer dikin? Çima ji Enqereyê xutbeya navendî diçe? Çima li her derê Tirkiyeyê (xutbe) wek deklerasyona Konseya Ewlehiya Neteweyî tê xwendin?

Destên xwe ji dînê me vekişînin. Bihêlin bila oldar bi azadî biaxivin. Ciwan ji bo ku guh nedin daxuyaniyên siyasî ji mizgeftan dûr ketin.

Eger meleyên me baş perwerde bibin dê pêşî Fatîhaya şehîdên me bixwînin. Eger nexwînin li xwe binêrin û ji xwe bipirsin. Ev mele çawa ji van mektebên îmam hatipê hatine?

“Ez Yûrik Amet im”

Me hemûyan hûn teqdîr kir. We 24 demjimêr dan Îsraîlê. Birêz Bahçelî ez hîna ji bo wê gotinê li çepikan dixim.

Me fam kir hûn nikarin tiştekê bêjin Îsraîlê lê ji desthilatdariyê re gotinekê bikin û bazirganiya bi Îsraîlê re bidin sekinandin. Bila em dengê we bibihîsin, birêz Bahçelî.

Em in Minafiq? Ji min re gotiye ‘Serok Ahmet’ û bi vî awayî gotin ji min re kiriye.

Ji bo min hemû zimanên li ser vê axê ezîz in. Her gava ku ji min re bêjin Serok Ehmed, bila wekî zimanek biyanî derbas nebe ez dê bi Kurdî bêjim ‘Ser seran, ser çavan’.

Lê belê ez li cihê koçeran ê Yûrikê ji dayîk bûme, ez Yûrik Ahnet im.”

 

 

Rudaw

Top