• Sunday, 15 February 2026
logo

Îdam kirina Kurdan bi destê rejîma Îranê didome

Gulan Media January 24, 2024 Nûçe
Îdam kirina Kurdan bi destê rejîma Îranê didome

Di nava 3 rojan de 3 welatiyên Kurd hatine îdamkirin.

Li gor nûçeyên ji Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê berdewame li ser îdam kirina welatiyên Kurd.

Di vê çarçoveyê de di nava 3 rojên derbasbûyî de rejîma Îranê 3 welatiyên Kurd li girtîgeha Qizil Hesara Kerecê îdam kiriye.

Her li vê girtîgeha han duhê Mamosteyê olî yê Kurd Ferhad Salimî jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye îdamkirin.

Hate zanîn ku, rejîma Îranê rê nedaye ku, kesûkarên Mamoste Salimî bo cara dawî wî bibînin.
 

Top