• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîkayê binkeyên Hizbullaha Iraqî bombebaran kirin

Gulan Media January 24, 2024 Nûçe
Amerîkayê binkeyên Hizbullaha Iraqî bombebaran kirin

Balafirên şer yên Amerîkayê wekî bersiv ji bo êrîşên dronî û mûşekî yên komên mîlîs ên Iraqê bo ser hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê, çend bingehên Hizbulaha Iraqî li Qaîm û Cerefulsexrê bombebaran kirin. Heşda Şebî jî radigehîne, “Di êrîşên şeva borî de kuştî û birîndar hene”.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragehand, “Di bersiva êrîşên ketîbeyên Iraqî yên li ser Hevpeymanan de, di nav wan de jî êrîşa 20ê vê mehê ya li ser bingeha asmanî ya Eyn Esedê, Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê sê navendên mîlîs ên Hizbulahê û komên dî yên girêdayî Îranê li Iraqê bombebaran kirin.

Wê Fermandariyê amaje daye, “Di wan êrîşên asmanî de, cihê meşqkirina çekdaran li ser avêtina mûşek û dronan hatiye armanckirin”.

Ji aliyekê dî ve Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin tekez kir ku êrîşa wan bersivek bû ji bo destdirêjiyên komên mîlîs ên girêdayî Îranê bo ser bingehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê.

Her li ser êrîşên asmanî yên Amerîkayê, Heşda Şebî li ser tora civakî ya Telegramê belav kiriye ku li bajarê Qaîmê êrîş li ser çekdarên Heşda Şebî pêkhatiye û kuştî û birîndar hene.

Komên mîlîs ên Iraqê ku xwe wekî Eniya Berxwedanê li Iraqê daye nasandin li roja 20ê vê mehê bi nêzî 20 mûşekên Balistî êrîş kir ser bingeha asmanî ya Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê, ku hêzên Amerîkayê tê de binecih in.

 

Basnews

Top