Li Zaxo xwepêşandan li dijî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê birêve çû
Roja 21.01.2024yê li Zaxo xwepêşandaneke girseyî li dijî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Hewlêrê birêve çû.
Xwepêşandan bi beşdariya hezaran kesan ve li nêzîk Pira Delal a Zaxo destpê kir û xwepêşanderan nerazîbûna xwe ya li hember êrîşên Îranê yên li hember cihên sivîl ên Hewlêrê nîşan dan û ew êrîş şermezar kirin. Herwaha xwepêşanderan daxwaz kir ew êrîş dubare nebin û xelkê sivîl û bêtewan neyên şehîd kirin.
Serpereştyarê îdareya serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo daxuyaniyek li ser xwepêşandana Zaxo belav kir û ragehand, bi navê serpereştyariya îdareya Zaxo spasiya hemû çînên li sînorê Zaxoyê dikin ku îro beşdariya vê xwepêşandanê kirin, ku ji bo şermezar kirina êrîşa Sipaha Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê pêkhat û di encamê de hejmarek hemwelatî şehîd û birîndar bûn. Herwaha hat ragehandin beşdariya xelkê ya vê xwepêşandanê de cîhê serbilindî û serfiraziyê ye, peyama nivîskî ya xwepêşanderan geheşt cîh û pêşkeşî civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî û konsulxaneyên welatên biyanî re dê bê kirin, ku ti carên din xelkê sivîl nebin armanca êrîşên neyaran.
Şeva 15 bo 16ê vê mehê Sipaha Pasdarên Îranê çend mûşekan ve Hewlêr kir armanca êrîşê û ji ber wê hejmarek hemwelatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.
Ji ber wan kiryarên Îranê bertek pêşketin û kurd cîhên lê jiyan dikin wan bombebaranên Îranê şermezar dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin.
Basnews
