• Sunday, 15 February 2026
logo

Silêmanî – Kesekî siwarê motorsîkletê gule li tîmeke polîs berdan: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media January 22, 2024 Nûçe
Silêmanî – Kesekî siwarê motorsîkletê gule li tîmeke polîs berdan: Kuştî û birîndar hene

şeva 21.01.2024ê siwarekî motorsîkletê gule li tîmeke karmendên polîsê nehiştina tewan berdan û kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê BasNewsê li Silêmaniyê ragehand, siwarekî motorsîkletê gule li tîmeke karmendên polîs berdane û 3 polîs birîndar bûne û piştî ew gehandin nexwaşxaneyê yek ji wan polîsan jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyekî polîs jî aşkera kir, ew kesê siwarê motorsîkletê reviya ye û heta naha nehatiye girtin.

 

Basnews

Top