• Sunday, 15 February 2026
logo

Endamekî Komîteya Navendî ya PDKê: Ferîd Eseserd bahaneyan ji bo kuştina zarokan tîne

Gulan Media January 20, 2024 Nûçe
Endamekî Komîteya Navendî ya PDKê: Ferîd Eseserd bahaneyan ji bo kuştina zarokan tîne

Endamê Komîteya Navendî yê PDKê Diyarî Husên bersiva sekreterê berê yê encûmena rêveberiya YNKê Ferîd Eseserd da û ragehand ku ew û gelek rêveber û çapemeniya YNKê bi awayên cuda cuda bahaneyan ji bo kuştina zarokan ava dikin.

Şeva 15.01.2024ê Îranê hejmarek mûşekên balistik Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê mûşekbaran kir û ji ber wê jî hejmarek hemwelatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Li hember vê heta naha YNKê bi awayên cuda cuda bahane ji bo wan êrîşan girtine. Di vê çarçoveyê de sekretere berê yê encûmena rêveberiya YNKê Ferîd Eseserd bangeşeya wê yekê dike ku xwedê girawî Îran di berxwe de ti tiştekî nake!..

Li hember wê endamê Komîteya Navenda PDKê Diyarî Husên ji BasNewsê re ragehand, Ferîd Eseserd xwe wek kesekî rewşenbîr dizane, lê di rastiyê de bi wan gotinan derdikeve ku gelek nezane û ez wisa dibînim ku xafil be. Eger na em hemû dizanin bi dirêjiya dîrokê Îranê hewl daye û pirsgirêkên navxwe bibe derve.

Herwaha got, naha grubên ser bi Îranê li Filîstîn, Lubnan, Yemen û Iraqê hewla alozî ava kirinê didin û ji aliyê welatên din ve li wan didin. ‘’Waye li Herêma Kurdistanê jî seqamgirî û asayîşek heye, Îran dixwaze wê aramiyê têk bide. Ji ber dizen di nearamiyê de dikare planên xwe dikare cîhbicîh bike.’’

Diyarî Husên got: ‘’Qasim Erecî ku şêwirmendê asayîşa niştimanî ya Iraqê ye, bixwe hatiye cîhê bombebarankirî û çend demjimêrek piştî êrîşê hatibû, her li cîhê êrîşê got: ‘’Ew bangeşe bêserûberin û ev mala xelkê sivîl e. Lê Îran dixwazê nearamî hebe ku li Herêma Kurdistanê jî bikare pêşbikeve, ji ber tenê li wan welatan dikare pêşbikeve ku nearamî lê heye. Ferîd Eseserd sedî 100 di vê bûyerê de bi xeletî li ser diçe û bahaneyan ji bo kuştina zarokan dibîne.’’

Derbarê gelo pirsa çima beşek ji rêveberên YNKê û çapemeniya YNKê ya li Silêmaniyê berdewam li dû bahaneyan digerin ji bo Îranê jî Diyarî Husên got: ‘’Eger em wisa bizanin ku Îranê li vir ti kesekî xwe tine ye, em xelet in. Îran dixwazê binpêkirinê li hemû welatan bike ku bixwe bi aramî li ser piyan be. Lêre jî hewl daye xelkekî wî yê kirêgirtî hebe. Em agahdarin jî li Silêmanî û hin cîha çawa kar dike û hin partî jî hene karasaniyê bo wan dikin, ku di vî warî de bo Îranê bahaneyan peyda dikin. Hin kes hene wek cehşên Îranê reftarê dikin.’’

Bi baweriya wî endamê Komîteya Navendî ya PDKê, bersiva herî baş bo wan planên Îranê ew e, ‘’hestê netewî yê gelê Kurdistanê bihêz be, ku ew xelkê hez li bindestiyê dikin û kirêgirtiyê welatan in, negehin armaca xwe.’’

 

Basnews

Top