• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsê îstîxbarata spaha pasdaranê hate kuştin

Gulan Media January 20, 2024 Nûçe
Berpirsê îstîxbarata spaha pasdaranê hate kuştin

Ji aliyê Îsraîlê ve îro li Dîmeşqê hate kuştin.

Li gor jêderên çapemeniyê, îro di encama êrîşeke balefirên Îsraîlî yên bo ser çend navenda li taxeke Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê rayedarekî mezin yê rejîma Îranê hatiye kuştin.

Hate zanîn ev rayedarê rejîmê navê xwe Mihemed Kazimiye ku, bi Hac Sadiq tê nasîn.

Her di heman êrîşê de Cîgirê wî jî bi navê Hac Xolam yê bernas bi Muherem û li gel 5 Efserên din yên Îranî jî hatine kuştin.

 

 

Top