Hoşyar Zêbarî: Aliyê şîe yê ku êrîşa Îranê şermezar kir tenê Muqteda Sedir û Tevgera Sedir bû
Endamê Desteya Rêveberiya Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî di parvekirineke xwe ya tora civakî X de ragehand: Spasiya hemû helwêstên Kurdistanî û niştimanî ya Iraqê û navnetewî dikin ku êrîşa dijminane ya ser Hewlêrê û armanckirina hemwelatiyan kesên sivîl şermezar kirin.
Herwaha di beşeke peyama xwe de ragehand: ‘’Em şahidiyê ji dîrokê re didin ku tenê aliyê şeî yê ku ew êrîş şermezar kir, semaheta Seyîd Muqteda Sedir û Tevgera Sedir bû, ku dijî dûvikbûnê rawestan û li gel helwêsta niştimanî ya Iraqî bûn.’’
Basnews
