Kujerên çar welatiyên Kurd ên li Cindirêsê bi îdamê hatin cezakirin
Kujerên her çar welatiyên Kurd ên li Cindirêsa Efrînê hatin hikûmkirin.
Li bajarokê Cindirêsê Efrînê êvara Newroza 2023yan, 4 welatiyên Kurd ji heman malbatê ji aliyê çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyeyê ve hatibûn kuştin û zarokekî astengdar jî birîndar bûbû.
Dadgeheke hikûmeta demkî ya mixalefeta Sûriyeyê, kujerên her çar welatiyên Kurd hikûm kir.
Dadgehê her yek ji Omer Salih Esmer, Hebîb Elî Xelef, Bîlal Ehmed Ebûd bi cezayê îdamê birî û Elî Xelef ku bi nasnavê Ebû Hebîb Xeşam tê naskirin bi 3 sal zindanîkirin hikûm kir.
Yasemîn Mistefa, dayika Mihemed Ferhedîn Osman, û hevjîna Ferhedîn Osman ku du qurbaniyên wê komkujiyê bûn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û û nerazîbûna xwe biryara dadgehê nîşan da.
Çi bûbû?
Şeva Newroza 2023yan, grûpeke çekdarên Ehrar el-Şerqiye êrişî malbata Pêşmerg kiribû.
Ji ber ku wan agirê Newrozê li pêş mala xwe vêxistibû, çekdaran ew gulebaran kiribûn û 4 kes ji malbatê kuştibûn.
Ferhedîn Osman (43 salî), Nezmî Mihemed Osman (38 salî), Mihemed Osman (42 salî) û Mihemed Ferhedîn Osman (18 salî) canê xwe ji dest dabû û zarokek jî birîndar bûbû.
Kuştina herçar welatiyên Kurd bûbû cihê nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh ji aliyê xelkê herêma Efrînê.
Xwepêşanderan navê şehîdên Newrozê li qurbaniyan hatibû kirin û daxwaza sizadana kujeran û derkirina grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ji herêma Efrînê kiribûn.
Rudaw
