Wezîrê Derve yê Tirkiyê gef li YNKê xwarin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di Parlamentoya Tirkiyê de dema axaftina xwe de YNK bi zimanekî tund hişyar kir û diyar kir YNK piştevaniya PKKê dike û eger berdewam bike dê tevdîrên tund li hember wan bên wergirtin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Parlamentoya Tirkiyê derbarê operasyonên li Herêma Kurdistanê tên birêvebirin de agahî dan parlamentoyê.
Fîdan ragehand, PKKê li Tirkiyê hebûna xwe ya çekdarî ji dest daye û xebatên wê daxistine asta herî kêm û got: Hemû herêm û cîhên welat hîn bi ewletirin û hatine asteke ku bên jiyan kirin. PKK, ji Tirkiyê zêdetir metirsiye li ser Sûriye û Iraqê.’’
Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: ‘’PKK naçar maye kar û xebatên xwe bibe derveyî sînorên Tirkiyê û me jî li derveyî sînoran stratejiya tekoşîna li dijî PKKê de gav avêtin. Di vê çarçoveyê de em terorê di çavkaniya wê de hişk dikin. Me ew cudayiya metirsî ji Iraqê yan jî ji Sûriyê tê rakir û li kuderê bê emê bikin armanc.’’
Hakan Fîdan got: PKK li ser ew qadên ku ji DAIŞê vala bûne derfet dît û ew qad tejî kirin û li wan deveran cîh bû û ji hewsengiyan mifa wergirtin. Ji aliyê din ve YNKê jî herêmên Silêmaniyê ji PKKê re vekir û ev bû sedem rêxistina PKKê li wan deveran bihêz bibe. Ev tişt bû sedem li hin herêmên nakokî li ser heyî jî peyvendiyên li gel hêzên milîsên Iraqî û PKKê pêşbikevin û PKKê ji wan jî mifa wergirt. YNKê li Sûriyê endamên PKK – YPGê perwerde kirin. Di ketina helîkoptera Hêzên Sûriya Demokratîk û bûyerên balefirgeha Erbetê jî ew rastî hemû aşkera kirin. Ev hemû nîşaneyên asta peyvendiyên PKK û YNKê ne.
Hakan Fîdan got: Li gel hemû ceza û pêkanînên me yên li hember Silêmaniyê jî eger YNK helwêstê xwe yê derbarê PKKê de neguhere em dê tevdîrên gelek pêşde wergirin û em di wan tevdîran de dudil nabin.
Basnews
